Trauer um Hassan El-Mella / Şîn ji bo Hesen Mele
Wie wir erfahren haben, ist das Mitglied von „NAVEND – Zentrum für Kurdische Studien e.V.“, Herr Hassan El-Mella, am 28. April 2018 in Bonn verstorben.
Hassan El-Mella (genannt Bave Kamiran), der über 90 Jahre alt wurde, hat sich seit Jahrzehnten beharrlich für kurdische Anliegen eingesetzt, besonders in Deutschland und im Libanon.
Hassan El-Mella und seine Familie haben ein typisches kurdisches Schicksal von Flucht und Vertreibung erfahren: Er wurde in Mossul/ Irak geboren, wohin seine Familie, die ursprünglich aus dem kurdischen Mardin/ Türkei stammte, geflohen war. Später mussten sie weiterfliehen, zunächst nach Syrien, dann in den Libanon, bis sie schließlich ca. in den 70er Jahren in Deutschland eine neue Heimat fanden.
Kurdistan blieb er zeitlebens verbunden. Hassan El-Mella war bis ins hohe Alter politisch aktiv und interessiert und engagierte sich für soziale Belange. Er war auch langjähriges Mitglied der Demokratischen Partei Kurdistans (Irak); für seine Verdienste wurde ihm der Mollah-Mustafa-Barzani-Preis verliehen.
Wir nehmen in Trauer von ihm Abschied. Er war eine herausragende Persönlichkeit, deren Andenken wir stets in Ehren halten werden. Unsere Gedanken sind bei seinen Angehörigen und Freunden.
Die Beisetzung von Hassan El-Mella findet am Donnerstag, den 03.05.2018 um 12.00 Uhr auf dem Nordfriedhof (Kölnstr 487, 53117 Bonn) statt.
Die anschließende Trauerfeier ist im Schützenhaus St. Hubertus Hersel (Alfterer Weg 15, 53332 Bornheim-Hersel).
++ Şîn ji bo Hesen Mele
Bi xemgînîyeke kûr me bihîst, ku endamê me -yê „NAVEND – Navend ji bo Lêkolînên Kurdî“- Hesen Mele (Hassan El-Mella) di 28ê nîsana 2018an de li bajarê Bonnê li Almanyayê jîyana xwe ji dest daye.
Hesen Mele, ku serîya 90î temen kiribû û wek Bavê Kamîran jî dihat nasîn, bi salan bi taybetî li Libnan û Almanyayê bibiryarî xwe da nîyaz û berjewendîyên gelê kurd. Mîna gelek malbatên kurd bi serê Hesen Melle û malbata wî de jî deravêtin û penah derbas bûye. Ew bi raya xwe ji malbateke Kurdistana Bakûr a Mêrdînî ye, lê ji ber penahê li bajarê Mûsilê hatiye jiyanê. Koça wî û malbata wî bi vî awayî bi dawî nebûye, lewre ew pêşîyê revîyane Kurdistana Rojava û ji wir jî derbasî Libnanê bûne.
Di dema xwe ya Beyrûdê de ew wek endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (Îraq) di siyaseta rojane de gernas bûye. Pêwendîyên Hesen Mele bi taybetî bi giregir û siyasetmedarên kurdên Bakûr, Başûr û Rojava re gelekî xurt bûye û di navbera her sê parên Kurdistanê roleke hêja lîstiye. Bi malbatên wek Bedirxanî û Cemilpaşazadeyan re bi kesayetên wek Nûredîn Zaza re dostanî û hevkarîyê kiriye. Mala wî ne bi tenê ji bo kurdên li Libnanê vekirî bûye, wî mazûvanîya siyasetmedarên wek Mesûd Barzanî û Celal Talabanî jî kiriye.
Pêşîya koça xwe ya dawî ew di dawîya salên 70yî de tevî malbata xwe tê Almanyayê û jiyana xwe li Bonnê derbas dike. Wî Kurdistanê jî tim -di dilê xwe de- bi xwe re gerandiye, lewma bi gotin û kirinên xwe tu car ji Kurdistanê dûr neketîye. Ew li derveyî niştimên jî tevî vê temendarîya xwe bê westan ji alî polîtîk ve çalak û jêhatî bûye. Wî, girêdayî çarenivîsa gelê xwe, heta ku ji destê wî hatiye keda xwe ji karûbarên civakî kêm nehiştîye. Di salên dawîn de wî ji bo kedên xwe Medelya Mistefa Barzanî wergirtiye.
Em bi xemeke mezin xatir ji vî gernas û xweşmêrê kurd dixwazin. Bîranînên wî dê tim di ramanên me de geş be û niştimanperwerîya wî dê bibe mînak û ronkayî bide tevgera gelê kurd. Em serxweşî li malbat, heval û hezkerên wî dikin û kesera wan parî dikin.
Veşartin Hesen Mele roja pêncşemê di 03.05.2018an de kat di 12.00ê de li „Nordfriedhof, Kölnstr 487, 53117 Bonn“ ye.
Piştî hîlanîna cenazê dê şîn li „St. Hubertus Hersel Schützenhaus, Alfterer Weg 15 53332 Bornheim-Hersel“ bê danîn.