Nawshirwan Mustafa – ein Nachruf
Mit Trauer nehmen wir Abschied von Nawshirwan Mustafa, der am 19. Mai 2017 im Alter von 73 Jahren nach langer schwerer Krankheit in seiner Heimatstadt Sulaimaniya verstorben ist.
Nawshirwan Mustafa war ein herausragender kurdischer Politiker und militärischer Führer (zeitweise Oberbefehlshaber der PUK-Peshmerga), dabei zugleich ein unabhängiger Kopf und weitblickender Intellektueller. Nawshirwan Mustafa ist der Verfasser zahlreicher Artikel, Abhandlungen und Bücher zu verschiedensten Themen der kurdischen Politik und Geschichte.
Im Herbst 1944 wurde er in Sulaimaniya geboren, wo er auch zur Schule ging. 1964 nahm er das Studium der Politikwissenschaft in Bagdad auf, das er 1967 erfolgreich abschloss. Bereits in den frühen 60er Jahren engagierte er sich in der Schüler- und Studentenvereinigung Kurdistans. Gleichzeitig war er aktiv in der Demokratischen Partei Kurdistans.
1969 wurde er Herausgeber und Chefredakteur der kurdischsprachigen Zeitschrift „Rizgari“ (deutsch: Befreiung). Diese Zeitschrift wurde 1970 vom irakischen Regime verboten und Nawshirwan Mustafa zum Tode verurteilt. Zu diesem Zeitpunkt war ihm jedoch bereits die Flucht geglückt.
In Wien studierte er sodann internationales Recht. In der letzten Phase seiner Doktorarbeit, im Frühjahr 1975, brach die von Mustafa Barzani geführte Rebellion gegen die irakische Zentralregierung zusammen.
In dieser Situation entstand das Bedürfnis nach einer neuen politischen Kraft in Kurdistan, um den Widerstand gegen die irakische Regierung fortzusetzen. Am 1. Juni 1975 gründete sich die Patriotische Union Kurdistans (PUK), deren Generalsekretär Jalal Talabani wurde. Nawshirwan Mustafa wurde sein Stellvertreter. Neben seiner politischen Rolle übernahm er auch die militärische Führung und erwies sich dabei als mutiger Kämpfer und kluger Stratege. So plante und führte er den Aufstand der Kurden nach dem Zusammenbruch der irakischen Armee im Golfkrieg im März 1991.
Bis 2006 galt er faktisch innerhalb der PUK als einflussreichster Politiker nach Talabani und als geschickter Verhandlungsführer. Dies zeigte sich insbesondere nach dem Sturz Saddam Husseins, als sich die neue irakische Regierung konstituierte. Nawshirwan Mustafa setzte sich dabei unter anderem für die Verankerung von Rechten der Kurden in der neuen Verfassung und für eine starke kurdische Stellung innerhalb der Regierung ein.
Im Dezember 2006 trennte er sich jedoch wegen politischer Differenzen von der PUK. Er gründete 2009 die Bewegung GORRAN, die für demokratische Reformen und gegen Korruption und Vetternwirtschaft eintrat, und wurde deren Vorsitzender. Diese Bewegung erhielt bereits 2009 bei ihrer ersten Teilnahme an Parlamentswahlen in Kurdistan 25 Sitze, 2013 wurde sie mit 24 Sitzen sogar zur zweitstärksten Fraktion.
Am 17. März 2017 starb seine Frau Shuhla Ali, eine politische Weggefährtin, mit der seit 1981 verheiratet war und gemeinsam drei Kinder hatte. Zu diesem Zeitpunkt befand er sich bereits in einer medizinischer Behandlung wegen einer Lungenkrebserkrankung in London. Erst am 13. Mai 2017 kehrte er aus London in seine Heimatstadt zurück, wo er wenige Tage später starb.
Sein Tod reißt eine empfindliche Lücke. Wir haben einen der fähigsten kurdischen Politiker verloren, dem die kurdische Bewegung viel zu verdanken hat!
Unsere Gedanken und tief empfundene Anteilnahme sind bei seiner Familie, Freunden und Weggefährten. Wir werden sein Andenken in Ehren halten.
Newşîrwan Mistefa – Bibîranînek
Em bi şînê, xatir ji Newşîrwan Mistefa dixwazin; ku di 19ê Gulana 2017an de piştî demeke dirêj a bi nexweşîneke giran di 73 saliya xwe de li şarê xwe, li Silêmaniyê, ji nave me bar kir.
Newşîrwan Mistefa siyasetmedar û pêşengekî leşkerî (dem bi dem serfermandarê Peşmergeyê YNKê) û pêre jî mêjiyekî bi serê xwe û rewşenbîrekî dûrvîn bû. Newşîrwan Mistefa nivîserê gellek gotar, nivîsarên zanistî û pirtûkan li ser mijarên siyaset û dîroka kurd bû.
Di payiza 1944an de li Silêmaniyê, ciyê ku çû dibistanê jî, ji dayik bû. Di 1964an de ji bo xwendina xwe ya berz di beşa siyasetnasiyê de xwe li Bexdayê tomar kir û di 1970yan de, ew bi serketî bi dawî kir. Jixwe di salên 60an ên pêşîn de girêdanê xwe bi komeleya xwendekarên Kurdistanê re çêkiribû. Pêre jî di wê demê de di Partiya Demokrat a Kurdistanê de çalak bû.
Ew di 1969an de daner û serredaktorê kovara kurdî ya „Rizgarî“ bû. Ev kovar di sala 1970yan de ji alî rejîma Iraqê hatibû qedexekirin û Newşîrwan Mistefa bi biryara mirinê hatibû mehkûmkirin. Lê erê, di vê navberê de wî jixwe riya revê dîtibû.
Pişt re, li Viyenayê hiqûqa navnetewî xwend. Di asta dawiya teza xwe ya doktorayê de, di bihara 1975an de, serhildana Mustafa Barzanî li dijî hikûmeta navendî ya Iraqê hilweşiya.
Di vê rewşê de, ji bo berdewamiya berxwedana li dijî hikûmeta Iraqê pêdiviya hêzeke siyasî ya nû li Kurdistanê derket holê. Di 1ê Rêbendana 1975an de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ku sekreterê giştî Celal Talabanî bû, hat damezrandin. Newşîrwan Mistefa bû cîgirê wî. Li ber rola xwe ya siyasî, wî pêşengiya leşkerî jî wergirt û weke şervanekî wêrek stratejîstekî jîrek xwe îspat kir. Bi vî awayî wî serhildana kurdan piştî hilweşîna artêşa Iraqê, di dema Şerê Kendavê de, di Adara 1991ê de plan kir û ew raber kir.
Heta 2006an, ew di rastiyê de di nav YNKê de wek siyasetmedarê herî bi bandor ê piştî Talebanî û wek gotûbêjkerekî jêhatî dihat jimartin. Ev, piştî hilweşîna Sedam Husên, dema ku hikûmeta nû ya Iraqê pêk hat, bi taybetî eşkere bû. Newşîrwan Mistefa xwe da bicîkirina mafên kurdan di zagona bingehî ya nû de û xurtkirina pergala kurdan di nava hikûmetê de.
Lê erê, di Kanûna 2006an de ew ji ber cudayetiyên siyasî ji YNK derket. Di sala 2009an de wî Tevgera Gorran, ji bo reformên demokratîk û li dijî nelirêtî û aboriya hêvişandina malbatî, damezrand. Vê tevgerê, hê di 2009an de, di yekemîn beşdariya xwe ya hilbijartina encumena Kurdistanê de 25 runiştek wergirt; bi ser da di sala 2013yan de, bi 24 runiştekan bû hêza duyemîn.
Di 17ê Adara 2017an de jina wî Şule Ali mir, ku hevrêyeke siyasî bû. Ew ji sala 1981ê ve zewicandî bûn û sê zarokên wan hebûn. Di wê demê de, ew jixwe ji bo dermankirina bijîşkî ji ber nexweşina kansêra pişikê li Londonê bû. Ew di 13ê Gulana 2017an de ji Londonê vegeriya bajarê xwe, ciyê ku ew piştî çend rojan li wir mir.
Mirina wî valahiyek mezin peyda kir. Me yek ji siyasetmedarên kurd ê herî jêhatî yê ku tevgera kurd ji wî re zor sipasdar e, wenda kir!
Bi raman û hevpejniyeke ji dil em bi malbat, dost û rêhevalên wî re ne. Emê wî tim di bîra xwe de bihêlin.