Trauer um Mir Tahsin Said Ali Beg
Am 27. Januar 2019 ist das weltliche Oberhaupt der Eziden (Yeziden), Mir Tahsin Said Ali Beg, nach langer Krankheit in Hannover gestorben. Mir Tahsin Said Ali Beg, geb. 1933 in Sheikhan (Kurdistan-Irak), hat jahrzehntelang die Gemeinschaft der Eziden geprägt und repräsentiert.
Nach dem Tod seines Vaters 1944 wurde er (zunächst unterstützt durch seine Großmutter; Meyan Xatun) nach der Tradition der Eziden durch Erbfolge zum weltlichen Oberhaupt der ezidischen Religionsgemeinschaft. In dieser Funktion vertrat er die Eziden weltweit in allen Angelegenheiten nach innen und außen. Seine Beschlüsse hatten verbindlichen Charakter.
Er hat diese Aufgabe in schwierigen Zeiten und unter Lebensgefahr wahrgenommen. Unter der Diktatur Saddam Husseins im Irak und nach seinem Sturz 2003 setzte er sich für die Rechte der Eziden, das Überleben der Gemeinschaft und deren Schutz gegen extremistische Gewalt ein. Insbesondere der Völkermord der Terrororganisation IS im August 2014 und seine Folgen haben zuletzt seine Amtszeit geprägt.
Dabei hat er mehrere Attentatsversuche überlebt. Zum Schluss blieb ihm nur noch das Exil in Europa; er hielt sich überwiegend in Deutschland auf.
Die ezidische Gemeinschaft wird eine dreitägige Trauerzeremonie in Hannover abhalten. Danach soll der Verstorbene in die Region Kurdistan-Irak überführt werden, wo die Beerdigung stattfinden soll.
Mit Trauer nehmen wir Abschied von Mir Tahsin Said Ali Beg. Er war eine herausragende Persönlichkeit, deren Andenken wir stets in Ehren halten werden. Unsere Gedanken sind bei der ezidischen Gemeinschaft, seinen Angehörigen und Freunden.
Şîna Mîr Tahsîn Seîd Elî Beg û Serxweşî
Di 27ê kanûna paşîna a 2019an de mîrê Êzîdîyên cîhanê, Mîr Tahsîn Seîd Elî Beg piştî nexweşîyeke dûdirêj li Hannovera Elmanyayê kiras guhast û ji nava me bar kir.
Mîr Tahsîn Seîd Elî Beg di sala 1933yan de li Şêxanê li Kurdistana Başûr hatiye dinyayê. Wî bi deh salan nimînerîya civata êzîdîyan kir û dirûv da vê civatê. Piştî mirina bavê wî di sala 1944an de (pêşîyê bi piştevanîya dapîra xwe Meyan Xatûn) li gorî kevneşopîya Êzîdîyan mîrîtîyê ji malbata xwe girt bû mîrê civata dînî ya Êzîdîyên cîhanê. Li ser vê bingehê wî di hemû karûbarên navxweyî û derveyî de rêberî û nîmînerîya civata Êzîdîyan kirin.
Wî vê berpirsyarîya xwe di demên dijwar de di bin metirsîya jiyanî de jî bi cih anî. Li Îraqê di bin rejîma dîktator Saddam Huseyîn de û pîştî hilweşîna wî di sala 2003yan de Mîr Tahsîn Seîd Elî Beg xwe da parastina mafên Êzîdîyan û starkirina civatê li hemberî tade û zora ekstremîstan. Qirkirina (genosîd) ji destê rêxistina terorî DÎyê û encamên wê rastî dema berpirsyarîya wî hat û bandoreke mezin lê kir.
Di berê de ew bi xwe jî çend caran ji êrîşên qesta jîyanê filitî. Ku ev bû sedema jîyanekî li derveyî welatê xwe, pirahî jî li Elmanyayê.
Piştî şîna wî ya li Elmanyayê ew ê li Kurdistana Başûr bê veşartin.
Em bi şînê xatir ji Mîr Tahsîn Seîd Elî Beg dixwazin û xewginîya hemû hezkerên wî parî dikin. Ev kesayetê mezin, bîranîn û pêmayîyên wî dê tim di bîra me de geş bin. Em ji malbata wî re, ji heval û hogirên wî û civata Êzîdîyan re serxweşî dixwazin.